Îlon 02, 2020 12:05 Asia/Tehran
  • Zimanê Kurmancî, dengbêjî û Kemançe wî dike muzîkologê kurdî

Akademîsyenê antropolojiyê û muzîkolog Dr. Argûn Çakirê ji Mûglayê ewilî fêrî kurdî dibe û pişt re jî dide pey şopa çand û hunera kurdî. Çakir li ser dengbêjî û amûr û muzîka ribabê (Kemançeyê) dikeve. Ew li herêma Torê salek li ser Kemançeyê lêkolînê dike. Ew du masterên xwe û doktroya xwe li ser dengbêjî û muzîka Kemançeyê amade dike. Çakir got meraqa wî ya ji bo çanda kurdî ew aniye vê astê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Muzîkolog û antropolog Dr. Argûn Çakirê bi eslê xwe ji navçeya Mîlasa girêdayî Mûglayê ye fêrî kurdî bûye û li ser muzîka kurdî namaze li ser muzîka Kemançeyê ango muzîka herêma Torê lêkolîn kirine û li Kemançeyê dide. Ji Podcast Kurdiyê rojnamevan Mevlut Oguz bi Dr. Çakir re li ser Kemançeyê û Kemançejenîyê û çanda Doman (mitribên Torê) hevpeyvînek ango podcastek amade kiriye. Dr. Çakir pir xweş û rewan bi kurdî diaxive û dema meriv li kurdiya wî guhdar dike meriv dibêje qey ew ne ji Mûglayê yê lê ji herêma Nisêbînê ye. 

Ew di sala 2013'an de ji Zanîngeha Exterê ya Londrayê lêdixe diçe herêma Nisêbînê li ser "Doman" û çanda Kemançeyê bi qasî salekê lêkolînan dike û li wir fêrî Kurmancî dibe. Dr. Çakir qala serpêhatiya xwe, fêrbûna xwe ya Kurdî û lêkolînên xwe yên li ser çand û muzîka Kurdî kir. 

LI SER DENGBÊJÎ Û "DOMAN" DU MASTER Û DOKTORA KIR

 Çakir diyar kir ku çîroka wî ya ku bi pey lêkolîna çanda kurdî û doman ketiye dûr û dirêj e û wiha dibêje: "Hêj dema ez li Mîlasê diçûm lîseyê, meraqa min li ser kurdan çêbû. Bayek çepgirî li me jî dabû û me xist nava meraqan û berê me da ku em li ser kurdan lêkolîn bikin. Me ji xwe re digot "kurd kî ne?" û zimanê wan hebû û bi kurdî dişetexilîn. Der barê kurdan de tiştên neqenc digotin. Em wila nedifikirin. Min meraq kir. Ew jî şansê min bû, hevalê minê herî nêzîk nîv kurd bû. Em bi hev re ketin meraqan. Haya wî ji kurdayetiyê nebû. Bi kurdî nizanibû. Em çar heval bûn. Bala min çû ser muzîka kurdî. Min li Ciwan Haco, Şivan Perwer, Kardeş Turkuler guhdar dikir. Carinan hin band diketin destê me û stranên dengbêjan diketin destê me. Me ji ziman fêm nedikir lê kêfa me jê re dihat. Meraqa min pêşî wilo çêbû. Cara ewil ez ji bo zanîngehê çûm Stenbolê û meraqa min zêde bû. Di sala 2009'an de min li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê beşa bestekarîyê (kompozîtorî) dixwend. Min xwest ez stranan çêkim. Dûre ez ketim nav muzîkolojiyê. Pişt re min biryar da ku li ser muzîka kurdî xebatek ango lêkolînek bikim."   

Çakir da zanîn ku mamosteyek wan a Amerîkî hebûye û meraqa wî jî pir li ser dengbêjan hebûye. Çakir anî ziman ku vê çaxê dema wî ya masterê bû û wî jî beşa lêkolîna dengbêjan bijartiye û got: "Mamosteyê min got li ser dengbêjan lêkolîn bike û min got serçavan. Min dixwest ez bi Kurmancî biştexilim. Min bi "Celadet Elî Bedîrxan" dest pê kir û min pirtûkên kurdî ji xwe re sitendin. Ez li malê tena ser xwe li ser zimanê kurdî dixebitîm. Min nizanibû li Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê dersên Kurmancî didin. Pişt re min dest bi kursa kurdî kir. Min du master bi dest xistin, mastira min pêşî mijara wê stîla strandina Dengbêj Reso bû. Min li ser stranên wî analîz kir. Min sonogram ji strandina wî girtiye. Min li ser kaxizekê wek grafîk ewna xuya dikirin û wek xêza çawa diçe, yanî çawa qirika xwe bikar dianî çêkir." 

JI DENGBÊJÎYÊ BERÊ XWE DIDE SER "DOMAN" 

Çakir destnîşan kir ku ew piştî Stenbolê diçe Brîtanyayê û li Beşa Lêkolînên Kurdî ya Zanîngeha Exterê dixwîne û wiha got: "Ew jî master bû. Min analîzeke din çêkir. Weka ku tê zanîn dengbêj piştî salên 90'î rabû û bi nav û deng bû. Dengbêj hebûn lê belê ji xeynî extiyaran kesî li wan guhdar nedikir. Mesela kêfa xortan ji dengbêjan re nedihat. Piştî salên 90'î ew ji holê rabû. Digotin dengbêjan dîrok, ziman û wêjeya kurdî parastine. Wilo maneyên nû dixistin navê. Min jî got ew pêvajo yanî tiştên dîrokî di wir de çêbûn û însanên di wir de rol leyîstin çi bûn.

Min analîza vegotina dengbêjiyê kir. Ev mastera diduyan bû. Pişt re dor hat doktorayê. Min doktoraya xwe jî li Zanîngeha Exterê kir. Min mijar dîsa niqand. Ji dengbêjan ez qelîbim ser mijara mitribên (dom) herêma Torê."   

BERÊ XWE DIDE NISÊBÎNÊ 

Çakir diyar kir ku ew ji bo bizanibe dom kî ne û çawa dijîn û çi dikin lê dixe ji Londrayê berê xwe dide Nisêbînê û got: "Bi rastî min nizanibû Nisêbîn yanî Torê li kû ye. Wexta ku min ew mijar niqand, min got ezê teza xwe ya doktorayê li ser mitriban binivîsînim, hingê min lêkolîna xwe ya pêşî kir. Min li ser înternetê mêzand çi heye û wek lîteratûr çi heye û kê çi nivîsandiye.

Min mêze kir ku însanên wek Şerefxan Cizîrî û gelekên din li ser vê babetê gelek tişt nivîsandine. Hevalên min ên Nisêbînî li Londrayê hebûn. Em diştexilîn. Min pirs ji wan dikir. Hevalên min digotin gerek tu herî Nisêbînê. Cihê te Nisêbîn e. Hevalekî min hebû, Luqman Guldivê, ew jî rojnamevan û lêkolîner e. Luqman jî teza xwe li ser Cembelî Mîrê Hekarî nivîsandibû. Lê performansa Cembelî ji aliyê du Kemançejenên Torê Bedranê Mala Alê û Reşîdê Mala Mûsa nivîsîbû. Wan berê min da Nisêbînê. Min ewilî wisa Nisêbîn nas kir." 

FÊRÎ DEVOKA NISÊBÎNÊ ANGO TORÊ DIBE   

Çakir anî ziman ku wexta ku ew diçe Nisêbînê Kurmanciya wî pir xerabe bûye û wiha dodomîne: "Min fedî dikir ku bi însanan re biştexilim. Tiştên wilo rojane ji min re digotin, min fêm nedikir. Min wisa fedî dikir. Hem jî min digot ezê çawa lêkolînê bikim. Min pêşî got ezê zimanê Nisêbînê bielimim. Yabo ez çûm Nisêbînê ku bi sê devokan diştexilin. Bi devoka Omeryan, Torîkî û Botîkî diştexilin. Min digot gelo ezê çawa bielimim. Ezê kîjanê bielimim. Hevalên min ên "dom" gişt bi Torîkî diştexilin. Ji bo ku ezê lêkolîna xwe li ser wê herêmê bikim, zimanê Torîkî ji min re baş e û dengê Torîkî ji min re xweş dihat. Dengê Torîkî li gorî min e.

Vêca ziman dema yek dest pê dike û ziman bi pêş ve diçe, ji bo zimanan meraqa min heye. Ez tiştekî bigirim zû bi zû bernadim. Ji zû ve ji min re Kurmancî xweş dihat û min dixwest bielimim. Wextê min dest pê kir û min dixwest ji însanan fêm bikim û ew jî ji min fêm bikin wilo zimanê min vebû. Ziman wext digire. Dema ez çûm Nisêbînê sala 2013'an bû. Ez 6 mehan li Nisêbînê mam. Pişt re ez vegeriyam Londrayê. 5 mehan li Londrayê mam. Li Nisêbînê piştî 3 mehan zimanê min vebû. Dema ez diaxivîm hevalê min ên "Dom" hemû bi min dikeniyan. Min tiştên wilo boş-beredayî ecêb digot. Bi min dikeniyan û henekên xwe bi min dikirin. Lê ew jî ji min re dibû motîvasyon." 

LÊKOLÎNA LI SER DOMAN 

Çakir diyar kir ku li ser "doman" berhem ango lêkolîn zêde nînin û wiha got: "Ku yek bixwaze li ser doman tiştek bizanibe, bi rastî jî ji 5 gotar û 2 pirtûkan pê de tiştek nebû. Û yek ji wan akademîk bû. Li ser vê herêmê lêkolîn pir kêm in. Lêkolînên hene jî ne akademîk in. Wexta yek ji wan tiştekî digire û dema tu diçî qadê dibînî şaş in. Meseleya min ne biçûkkirina wan însanan e. Derdê min ne ew e. Em ji perspektîfa xwe li tiştan dimeyzînin. Yanî ew rastiya me ye. Vêca wexta ku behsa doman dikin, ne bi kêf behsa wan dikin. Kêfa xelkê herêmê ji doman re nayê. Heta salên 90'î xelkê nedihişt dom biçin gundên wan. Tiştên wilo gelek in. Vêca ew nivîskar jî naxwazin behsa vê yekê bikin û ew tişt dewam bikin." 

Yek ji van nivîskar û lêkolînerên li ser Kemançejenan û çanda doman nivîsandiye "Şerefxan Cizîrî" ye. Gelek gotar û 2 pirtûkên wî li ser doman hene. Di wan pirtûkan de bêtir behsa Kemançejenan dike. Dema tu bikeve bin bersiva hemû pirsên di serê te de, tu neçarî bi zarokan re, bi zilaman re bi jinan re, bi Kurmancan re bi doman re, ku dikaribî bi sûryaniyan re bi êzdiyan re biştexilî. Têkiliya doman bi malbatek kurd û malbatek sûryanî re ne yek e. Mesele tevlîhev e. Ji bo wilo wan nivîskaran gelek tiştên baş û xweş nivîsandine lê ne berfireh in. Ji bo tu wê çand ango wê civakê nas bikî pêwîst e tu demek dirêj û bi kûrahî bi wan re bimînî. 

Dema tu bi extiyarên kurd re biaxivî wê ji te re bêjin du tişt hebûn. Yek "mitrib" yek jî "qereçî" hebûn. Wê bêjin mitrib di xaniyan de bûn û qereçî di konan de bûn. Yanî ferqên wiha ji te re dibêjin. Dema ez çûm Nisêbînê ji min re gotin. Dema niha tu diçî Nisêbînê ji hemûkan re dibêjin mitrib."   

TAYBETMENDIYÊN KEMANÇEYÊ

 Çakir bal kişand ser taybetmendiyên Kemançeyê û şibandin û ferqên di navbera Kemançeya lazan û îraniyan û wiha got: "Em li ser tarîxa Kemançeyê nikarin tiştekî teqez bêjin. Tişta ku ez dizanim ezê bêjim. Em nizanin ku kengî hatiye herêma Mêrdînê. Jixwe ji derveyî herêma Mêrdînê Kemançe nayê gotin. Tune bû. Em nizanin kengê hatiye wê herêmê. Lê dikarim li ser anatomiya Kemançeyê tiştek bêjim. Wextê em li wê sazê dimeyizînin sazên ku dişibin Kemançeyê gelek deveran hene. Ne li aliyê tirkan, li aliyê ereban aliyê başûr heta ku diçe Hindistanê hene û belav bûne. Lê ne wek Kemançeyê ne. Cuda cuda de ne. Dengê wan jî cuda ye. Li herêma Torê 3 têlên Kemançeyê hene. Li hin deveran du têl û çar têl hene. 

Kemançeya lazan û Kemançeya Torê ji çend aliyan ve dişibin hev. Ji şiklê lêdanê ve û ji ber ku Kemançeya Torê jî û Kemançeya lazan jî gelek caran du têl ber hevdû re tên gotin. Li ser du têlan pev re dibêjin. Carna li ser yek têlê lê didin ji bo govend rabe. Ji aliyê rîtman ve naşibin hev, lê her du jî wilo tên gotin. Ez yeqîn nakim ku têkiliya wan bi hev re hebe. Wek amûr naşibin hevdû. Lê ji aliyê lêdanê ve jî ew tiştên dişibin jî yeqîn nakim ku têkiliya wan heye." 

STRANÊN ŞERAN, EVÎN Û GOVENDÊ 

Çakir da zanîn ku Kemançejen stranên şeran, lawikan (işq) û govendê dibêjin û got: "Dema em li salên 60'î binêrin, wexta tu li bandên Kemançejenan dimeyzînî ya rastî bi sê mijaran stranan dibêjin. Li ser şeran stran gotine, du tiştên stranên şeran hene, yek gelek dirêj in û qala lehengiyê tê kirin. Di stranan de serlehengên van şeran namirin wilo wan pîroz dikin. Li ser lawikan ango işq-evînê stran tên gotin. Ew jî dişibin stranên şeran, lê wek mijar li ser işqê ne. Ya din jî stranên govendê ango reqsê ne. Ew jî bi du rîtma milanî ango di cî da tên lêdan û gotin." 

KEMANÇEJENÊN HERÊMA TORÊ 

Çakir bal kişand ser stranbêj ango Kemançejenên herêma Torê û wiha got: "Gelek stranbêj hene. Ji Kemançejenên bi nav û deng; Bedranê Mala Alê, Reşîdê Mala Mûsa, Brahîmê Mala Nazê, Silêmanê Mala Hesîka, Evdê Mala Kerîm, jixwe yê herî bi nav û deng "Miradê Kinê" heye. Û ji Mala Evdê jî hene. Hin ji wan niha li Almanyayê dijîn. Endamên "Koma Hezex" ji vê malbatê ne.

Ji wan jî Şêxmûsê Mala Evdê û Evdilayê Evdê hebûn. Jixwe Kemançejen ne gelek bûn lê ew însan wextê xwe de bi nav û deng bûn. Qala gelek ji wan nayê kirin. Bandên wan hene. Yek bixwaze dikare li ser înternetê li wan guhdar bike. Çima ewqasî Miradê Kinê bi nav û deng e. Ew meseleyek mezin e. Ji aliyê Kemançejeniyê ve ferqên wî ji yên din çi bû. Ew çû bajêr û di bin tesîra radyoyê de ma. Ez tenê behsa radyoyên Kurmancî nakim, ez behsa radyoyên tirkî jî dikim. Lê yên din bi tirkî stranek negotine."   

ANALÎZA LI SER MIRADÊ KINÊ 

Çakir analîza xwe ya li ser Kemançejen Miradê Kinê nivîsandiye û diyar dike ku dê wekî pirtûkekê bê weşandin û wiha berdewam dike: "Min analîzek li ser wan nivîsandiye û şandiye çapê ku bibe pirtûk. Lê ji ber pandemiyê pirtûk nehatiye weşandin. Li ser Miradê Kinê camêrek pirtûkek amade kiriye nehatiye weşandin. Min di vê pirtûka xwe de analîza vê yekê kiriye; ku çawa Miradê Kinê çûye bajêr û çanda Kemançeyê bi bajaran ve hatiye girêdan. Kemançejenên din zû neçûne bajaran. Meraqa wan zêde li ser stranên tirkî nîne. Ew însan gelek şareza bûn. Bêtir stranên şeran digotin û qebîliyeta wan ew bû. Wan însanan bi saetan wek dengbêjan stranên şeran digotin. Jixwe di bandên wan de stranek 5 deqîqeyî nikarî bibînî. Ew însan ya di gundan de bûn an jî di konan de bûn. Ji ber wilo. Miradê Kinê ji stranbêjên însanek cihê bû. Mirado stranên ji radyoyên kurdî û tirkî zeft dikir jî digotin. Gelek stranên wî jî hene. 

 Ji aliyê lêdana Kemançeyê ve jî dengê Kemançeya wî cihê ye. Min serê xwe li serê gelek êşand çima wilo dibêje û çima wilo lê dide. Min analîzek wilo kir; Miradê Kinê dixwest ku weke hunermendên radyoyan be. Ne weka stranbêjek li dawetan digot û lê dida. Gelek însanan digot Miradê Kinê xwe ji çûyîna dawetan re giran dikir. Diçû dawetan lê bêtir dixwest tiştên din bike. Ev analîza min e; Miradê Kinê dixwest xwe bike wek Mihemed Arîfê Cizîrî û gelek hunermendên din. Nedixwest di nava civakê de wek mitrib bimîne. Meseleya me ew e. Hemû kesên herêmê ji Miradê Kinê hez dike. Ez nikarim tiştek nebaş ji bo Miradê Kinê bêjim. Xwezî min ew nas bikira." 

Kemançejenek din jî wek Miradê Kinê heye li Midyadê, Elîko lê niha ne sax e. Ew ji ber ku li bajaran diman û bi xelkê re radibûn û rûdiniştin û derfetên wan hebûn, ferqa wan hebû û gelek bi nav û deng bûne. Derfetên wan hebûye ku li stranên din guhdar bikin û lê bidin û bêjin." 

Çakir di dawiya hevpeyvînê de kin be jî li Kemançeyê da.

 

 

Serepeyv