Tebax 31, 2020 12:01 Asia/Tehran
  • Belgefîlma îranî ya

Belgefîlma îranî ya Aşo (Asho) karî xelatên du fistîvalên li Îtalya û Mekzîkê werbigire.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Belgefîlma îranî ya Aşo (Asho) bi derhêneriya Cefrer Necefî di dora heştem a fistîvala navneteweyî ya Documenta ku li Mekzîkê hat lidarxistin, di dawiyê da karî xelata desteya dadweran jibo baştirîn Kurtefîlmê werbigire.

Vê belgefîlmê di bîst û şeşemîn fistîvala navneteweyî ya Dela Lesinayê ku ji 21 heta 30ê Tebaxê li Îtalyayê hat lidarxistin jî xelata baştirîn kurtefîlmê wergirt.

Belgefîlma îranî ya "Aşo" jiyana zarokekî şivan bi navê Aşo şirove dike.

Aşo tevî ku mijûlê baldariya ji keriyê pêz e, xeyala lîstikvanî û fîlmê Halîwûdî di serê xwe da derbas dike.

 

Serepeyv