Tebax 26, 2020 18:19 Asia/Tehran
  • Amed Sporê ligel teknîk dîrektorekî nû li hev kir

Rêveberiya nû ya Amed Sporê bi guherandina teknîk dîrektor dest bi kar kir. Klûbê ligel teknîk dîrektor "Aykan Atik" li hev kir.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Par "Oktay Develioglu" herî dawî hatibû ser kar û bi rêveberiya nû re teknîk dîrektorêkî nû hat.

Atik di merasima îmzekirina peymanê de Serokê Klûbê "Vechettin Alsac" û Serokê Duyemîn "Îhsan Avci" jî amade bûn.

Teknîk Dîrektor Aykan Atik di sala 1971'ê de li Çankayaya Enqereyê hatiye dinê.

Di sala 2007'an de li Gebzeyê dest bi antrenorî kiriye. MKE Ankaragucu jî di nav de di tîmên Enqereyê de antrenorî kiriye.

Atik ê ku xwedî lîsansa UEFA-Pro ye heta niha wekî teknîk dîrektor serketinek wî naxuye.

Li gor daxuyaniya klûbê Yunus Kara, Mehmet Akdemir, Osman Yalçin û Alper Acar (antrenorê qeleparêzan) dê cîgiriya wî bikin.

Amed Spor di Lîga 2'yemin a Tirkiyê de ye. Ji bo fîkstura serdema 2020-2021'ê vê hefteyê dê pişke bê kişandin û lîg meha pêşiya me dê dest pê dike.

 

 

Serepeyv