Tebax 20, 2020 15:37 Asia/Tehran
  • Kedkarên şanoyê:

Kedkarên şanoyê anîn ziman ku ji ber pandemiyê êdî nikarin karê xwe bikin. Şanogeran, anîn ziman ku dewlet dengê wan nabihîse û gotin: "Dewlet dixwaze em tune bibin."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Mehmet Aslan" nivîsiye: "Piştî şewba Kovîd-19'ê berbelav bû, perdeyên sehneyên şanoyê jî hatin girtin. Ji derhêneran heya lîstikvanan, ji sêwirînerên sehneyê heya xebatkarên gîşeyan hemû kedkarên şanoyan nêzî 6 meh in betal in. Ji ber vê kedkarên şanoyê ji bo rêjeyên KDV'yê, Baca Dahatê, Stop, dahatên ceryan, gaza xwezayî û avê ji nû ve bên sererastkirin di 11'ê Tîrmehê de serî li Wezareta Turîzm û Çandê dabûn. Şanogerên ku di 30'yê Tîrmehê de li ber Sehneya Modayê ya Kadikoyê çalakiya "Em bêdeng dibin" dan destpêkirin, di 13'ê Tebaxê de çalakiya xwe bi dawî kirin. Şanogeran, diyar kirin ku ewê li platformên cuda dengê xwe ragihînin û gotin, hîn jî ji bo 7 daxwazên wan bersivek negirtine. " 

Kedkarê Sehneya Modayê Ûlaş Kaya destnîşan kir ku "Êdî wiha nabe û bal kişand ser pirsgirêkên ku şanoyên taybet û kedkarên şanoyê bi wan re rû bi rû dimînin. Kaya got: "Divê em dengê xwe hîn bilidntir bikin. Divê em îtiraza xwe mezintir bikin." Kaya, diyar kir ku ew kedkarên şanoyên taybet jî xizmeta raya giştî dikin û tişta dikin ji ya şanoyên dewletê û şanoyên bajêr ne cudatir e. Kaya, destnîşan kir ku lê belê şert û mercên wan ne yek in û gotin: "Ê wan tenê derdê wan derkevin ser dikê. Lê ê me derdê me cudatir û mezintir in. Ê me em dikevin etra stendina çay, şekir, kaxezên tualetê hwd. A rast pir hêsan e, em heqê xwe dixwazin. Bi rastî jî em nikarin bijîn. 6 meh in em bi van pirsgirêkan re rû bi rû ne. Me hin encamên demborî bi dest xistin. Bac hat sererastkirin, lê ev yek bi awayekî demkurtî hat kirin. Îcrakirina vê hunerê pir zehmet bûye." 

‘DEWLET DIXWAZE EM TUNE BIBIN' 

Kaya, destnîşan kir ku divê Wezareta Çandê ji bo van pirsgirêkên navbirî bi berpirsiyarî tev bigere, lê belê ji dêvla bi berpirsiyarî tev bigire, bi xwe dibe pirgsirêk. Kaya got: "Dewlet dixwaze em tune bibin. Dewlet kapasîteya ji sedî 60 a temaşevanan ferz kiriye. Îjar gava em bilêtên xwe bi 60-80 lîreyê difiroşin, temaşevan dibêjin biha ne. ew jî mafadr in, lê em dixwazin zanibin ku em ji sedî 38 bacê didin. Em dixwazin zanibin ku ev pirsgirêk pirsgirêka ku dewletê afrandiye." Kaya, ji bo piştevaniyê bang li her kesî kir. 

'EM LI DÛ MAFÊ XWE NE' 

Şanoger Denîz Elmas, destnîşan kir ku ew nikarin sûdê ji mafên ku şanoyên dewletê û şanoyên jê digirin, bigirin. Elmas, diyar kir ku dewlet naxwaze dengê wan bibihîse û got: "Dixwazin şano bên girtin û em betal bimînin. Lê emê nehêlin. Çimkî ev pîşeya me ye û em pê bawer in. Em xwedî lêderdiekvin. Temaşevanên xwedî li şanoyên taybet dertên hene. Loma em li pey heqê xwe ne. Em nikarin xwe li nedîtinê û nebihîstinê deynin. Emê her tim doza heqê xwe bikin. Emê li dû mafê xwe bin."  

 

 

 

 

Serepeyv