Tebax 10, 2020 02:55 Asia/Tehran
  • Her kes Feqiyê Teyran nas dike, lê kes xwedî lê dernakeve

Cihwar û tirbeya Feqiyê Teyran çendî bêkes û kûs maye jî, lê belê hîn jî li ser piya ye.

 Li gorî rapora roja Şemiyê ya ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Sadiye Eser û Erdogan Alayûmat nivîsîne: "Yek ji navên sereke yên Wêjeya Klasîk a Kurdî Feqiyê Teyran, çendî ku tam nayê zanîn kengî hatiye dinê lê belê ji risteyên wî yên “Mîm û Hê 70 felek çûn, Ji hîcretê dewran gelek çûn, Sal 1041 çûn, Ev xezel anî diyare” kifş e ku li gor salnameya hicrî di 971'ê de hatîye dinê. Ev dîrok jî li gorî salnameya miladî teqabulî 1561-63'Yan dike. Feqiyê Teyran ku li navçeya Miksê ya Wanê hatiye dinê, navê wî yê eslîn Mihemed û di risteyên xwe; “Gul im di destê xaran, Bi ismê Muhemmed nav im. Bilbil im di gulzaran, Ji işqê lew zerbav im” aniye ziman. Feqiyê Teyran di berhemên xwe de bal kişandiye ser qewimînên civakî û dîrokî, evîn, xweza û tesawifê." 

DI NAVBERA QÎMETA WÎ Û NASÎNA WÎ DE FERQEK MEZIN HEYE

 Feqiyê Teyran, yek ji wan navên mezin ên vê erdnîgariyê ye ku xwedî qîmeteke mezin e. Lê belê di navbera navê wî û nasîna wî de ferqek mezin heye. Li me qewimî û rêya me bi Wanê ket.

Çawa em çûn Wanê yek ji deverên ku me serdana wê kir jî warê Feqiyê Teyran Miks bû. Çawa mirov gav davêje vir, ew hîsiyeta helbestên Feqiyê Teyran jî hîs dike. Lê belê gava mirov nêzî baxçeyê wî, xanî û tirbeya wî dibe dilê mirov perçe perçe dibe. Warê Feqiyê Teyran ê bê kes û kûs hatiye hiştin, dilê mirov diêşîne. 

Çawa mirov di deriyê baxçeyê wê re dikeve hundir "bêkesî" xwe li mirov digire. Ser nêrdwanên wê tijî êzing in û gelemşeyî ye. Piştî mirov ji nêrdewanan berjêr datê, tirbeya Feqiyê Teyran derdikeve pêşiya mirov. Lê belê li ber tirbê ne serdêr ne jî kesekî ku qesîdeyên Feqî bibêjin tuneye. Her wiha tişta êşbar jî ew e ku deriyê tirbeyê qufilkirî ye. Ji ber vê jî mirov nikare ji nêz ve serdana tirbeyê bike. Her wiha kaniya li tirbeyê jî naherik, lê dîsa jî baxçe ji bedewiya xwe tiştek winda nekiriye. Vê carê jî em berê xwe didin mala Feqiyê Teyarn. Xaniyê wî yê çend kîlomtereyan dûrî tirbeya wî ye jî bê kes û kûs maye. Wekî tirbeya wî kesek mala wî jî naparêze. Xanî duqatî ye. Tê gotin biniya wî çîlexane bûye. Her wiha pirtûkên wî yên li vê derê û çend perçe amûrên wî jî bêxwedî hatine hiştin. Çendî ku hin pirtûkên wî di nava fanoseke cam de hatibin parastin jî, lê belê amûrên wî yên pê detsnimêj girtiye û tê de av vexwariye bi tunebûyînê re rû bi rû ne. 

FEQİYÊ TEYRAN ÊDÎ KAL E 

Li Wanê yek ji cihwarên ku serdana wî bê kirin warê Feqiyê Teyran e ku bi salan e li ser piya maye. Îro jî salvegera koça dawî ya Aram Tîgran e. Em ê bi strana Aram Tîgran a Feqiyê Teyran, hem Tîgran bibîr bînin hem jî dawî li nûçeya xwe bînin: “Ay dîlberê ne menale, Feqîyê Teyran êdî kal e, Nexweşekî pir bêhal e.” 

 

 

Serepeyv