Tebax 03, 2020 17:15 Asia/Tehran
  • Testa Koronayê ya keçikên fûtsala Ehwazê negatîv bû

Tîma Fûtsala jinan ya neteweyiya Hefariya Ehwazê piştî dayîna testa koronayê ya lîstikvan û kadroya teknîkî ya vê tîmê û negatîvbûna encama vê testê dikare meşq û rahênana xwe bide despêkirin.

Li gor ISNAyê, Tîma Fûtsala jinan ya neteweyiya Hefariya Ehwazê roja înê 7 Tebaxê li dora veger ya nîveka fînalê dibe mazûvanê tîma SAIPA ya Tehranê. Vê tîmê piştî standina îzna rahênanê ji wezareta neftê, ji bo vê hedefê neçar ma testa koronayê ser lîstikvan û kadroya teknîkî ya xwe bide, encama vê testê negatîv bû, niha ew dikare meşq û rahênanên xwe despê bike.

Hevrikiya çûyîn ya vê tîmê û tîma SAIPAyê ya Tehranê 4-3 ser qazanca Tîma jinan a Hefariya Ehwazê kuta bû. ji aliyê din ve tîma tîma Mîs a Refsencanê li hemberî Heyeta Fûtbala Xurasana Rezewî bû fînalîst, fînalîstê duyem wê di roja înê diyar bibe. 

Serepeyv