Tebax 02, 2020 00:43 Asia/Tehran
  • Amed - Belgefîlma

Belgefîlmê bi navê "Mamoste" ku çîroka mamosteyên bi KHK'yê ji kar hatin avêtin nîşan dide hat kişandin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Li Tirkiyê di sala 2016'an de piştî hewldana derbeyê hikumetê ev yek wekî hincet nîşan da û bi KHK'yan gelek sazî girtin. Ligel vê gelek mamoste û karker ji kar  avêtin. Gelekên wan tu eleqeya wan bi derbe û derbekaran re tunebû. Ji wan mamoste û karkerên ji kar hatin avêtin hin jê jî li Amedê bû. Ev mamosteyên li Amedê bi KHK'yan ji kar hatin dûrxistin ji xwe ji nêz û dûr ve tu eleqeya wan bi derbe û derbekaran re tunebû. Niha belgefîlmeke bi navê "Mamoste" hat kişandin û belgefîlm çîroka van mamosteyên kurd ên bi KHK'yan ji kar hatine dûrxistin tîne ziman.

Derhêneriya belgefîlmî M.Salih Çelîk û Kemal Hazanay kiriye, çêkerê belgefîlm jî li ser navê Tor Fîlm Ferat Kevir e.

Ji bo meseleyê bînin ziman bi 3 mamosteyên li Amedê re hevdîtin hatine kirin û belgefîlmeke 40 deqîqeyî jê hatiye derxistin. Belgefîlm bi ser çîroka van her sê mamosteyan re rewşa ew mamoste û karkerên ji kar hatine avêtin anîne ziman

Çêkerê belgefîlmî Ferat Kevir li ser çêkirina belgefîlmeke bi vî awayî ji bo malpera me wisa got: "Hikumetê derbe kir hincet û bi KHK'yan gelek xebatkar ji kar avêtin. Armanca me ev bû ku em vê neheqiya ku li mamosteyên Egîtîm-Senê hatiye kirin rawe bikin. Me ji nav wan xebatkaran sê mamosteyên ku piştî ji kar avêtine  nesekinîne û jiyana xwe bi berxwedêrî dewam kirine kirin mijar."

Belgefîlmê ku temam kirine û niha fragmana wî hate belavkirin di dema pêş me dê bê nîşandayîn.

Serepeyv