Tîrmeh 23, 2020 17:20 Asia/Tehran
  • 4 koronayiyên din di nav tîma Voleybala SAIPAyê de

Bi ragihandina testa vîrusa koronayê ya endamên tîma Voleybalê ya Saipayê eşkera bû ku 4 endamên din ên vê tîmê jî bi vîrusa Koronayê ketine.

Li gor ISNAyê roja duşemê ya vê hefteyê endamên tîma Voleybalê ya Saipayê ji bo cara sêyem testa Koronayê dan ku encama vê testê îro hat ragihandin li gor wê testa 4 endamên din ên vê tîmê pozetîv derket.

Li gor gotina berpirsên Klûba SAIPA ev kesana divê 14 rojan di qerentîneyê de bibin, li testea yekem a vê tîmê testa koronayê ya endamekê pozetîv bû û li ya duyem jî testa 4 endaman pozetîv bû.Bi vê awayî jimara endamên vê tîmê ku bi koronayê ketine gihêşte 10 kesan.

Mistefa Karxane serperwerdekarê Tîma Voleybalê ya SAIP jî bi Koronayê ketibû ku biryar e  roja sêşema tê ew ê li rahênan û meşqên tîm beşdar bibe. 

Serepeyv