May 30, 2020 08:51 Asia/Tehran
  • 'Bila fînala Lîga Qaremanan ji dêvla Stenbolê li Almanyayê bê lîstin'

Hemû pêşbirkên fûtbolê di nav de pêşbirkên Lîga Qaremanan a UEFA'yê jî ji ber Vîrûsa Koronayê hatibûn rawestandin. Ger pêşbirk bihata lîstin dê pêşbirka fînalê li Stenbola Tirkiyê bihata lîstin. Çapemeniya Îtalyayê îdîa kir ku li ser lîstina pêşbirka fînalê ne li Stenbolê lê li Almanyayê nîqaş tê kirin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Li gor nûçeyên hatine belavkirin tê gotin ku pêşbirkên mayî wekî "fînal Four" li sehayên bê-alî bêne lîstin.

SkySport'ê nivîsiye ku gelek klûb piştgirî didin fikra pêşbirkên nîv-fînal û fînalê li sehayeke bê-alî û li Almanyayê bê lîstin û ev fikir li cem rêveberên UEFA'yê jî her diçe kamil dibe.

Nûçe radigihîne ku lîga Almanyayê Bundesliga di vê serdema cureya nû ya pandemîyê de bê pirsgirêk dest pê kiriye û li Tirkiyê ji ber rewşa vîrusê hê nediyar e ev fikra lîstina maçan a li Almanyayê derketiye holê. UEFA dixwaze pêşbirkên mayî yên UEFA'yê di meha gelawêjê/Tebaxê de bilîze û ji bo vê yekê li alternatîfan digere.

UEFA dixwaze pêşbirkên çarîk-fînalê (çar yeka dawiyê) rojên 7-8'ê gelawêjê, ger li ser Fînal Fourê biryarê bide dixwaze 13-14'yê gelawêjê pêşbirkên nîv fînalê li sehayeke bê alî bilîze û ger ev plan bi ser bikeve pêşbirka fînalê jî li heman cihî dê bilîze.