May 30, 2020 08:51 Asia/Tehran
  • Dema pêşbirkên

Li Tirkiyê dema destpêkirina pêşbirkên Super Lîgê her bi nîqaş bû lê roja 28ê Gulanê ligel her tiştî ew hat encamkirin: Pêşbirkên Super Lîgê 12'yê pûşperê/hezîranê dest pê dikin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Wekî welatên din li Tirkiyê jî pêşbirkên fûtbolê hatibûn rawestandin. Nîqaş ew bû ku dê kengê dest pê bikin. Îro Lijneya Rêveberiya Federasyona

Fûtbolê ya Tirkiyê (TFF) li hev civiya û biryara dawî da: 12'yê meha pêşiya me pêşbirk dest pê dikin. Lîg di hefteya 27'an de hatibû rawestandin û ji wir dê dest pê bike.

Di civînê de serîlêdana 7 klûban hebû ku îsal "ji lîgê ketinê" ji holê rakin lê ev daxwaz hat redkirin.

Di 90 deqîqeyên pêşbirk li dar dikeve de heta niha 3 lîstikvan dihat guhartin ji bo îsal biryar hat dayîn ku di pêşbirkên mane de 5 lîstikvan bêne guhartin.

Pêşbirkên  Kupa Ziraat'ê

Bi biryarê re ji bo pêşbirkên Kupa Zîraat'ê jî biryar hat dayîn. Li gor bernameyê 16'ê Pûşperê (Hezîran) dê bi pêşbirka Fenerbahçe-Trabzon sporê pêşbirkên kupê jî dest pê bikin. pêşbirka din18'ê mehê di navbera Aytemiz Alanya û Antalyasporê deye.