Adar 15, 2020 17:56 Asia/Tehran
  • Fusalîstê îranî bû berbijarê Baştirîn Futsalîstê Cîhanê

Endamê Tîma Futsala Îranê bû berbijarê Baştirîn Futsalîstê Cîhanê yê sala 2019'ê.

Malpera Futsalê Lîsteya 10 Futsalîstên Baş ên Cîhanê di sala 2019`ê de ragihand ku Mêhdî Cavîd Futsalîstê Tîma Mêsê Songûnê jî têda cî girtîye û bi vî awayî ew bûye berbijarê Baştirîn Futsalîstê Cîhanê.

Dengwergirtina jibo bijartina Baştirîn Futsalîstên Cîhanê dê bi zûtirkê ji hêla Futsalplanetê va were destpêkirinê û rahêner û şarezayên ji seranserî cîhanê têda pişikdar bibin.