Adar 15, 2020 16:26 Asia/Tehran
  • Volîbolîstê îranî mîdala Zêr a Cîhanî pêşkêşî Perestarên nexweşxanekê kir

Endamê Tîma Volîbola Kêmendamên Îranê mîdala Zêr a ku di Pêşbirkên Cîhanî yên Brezîlê de bi dest xistibû, pêşkêşî Perestarên (Hemşîre) nexweşxana nêzîkî mala xwe kir.

Desteya Werzişên Kêmendam û Canbazan a parêzgeha Merkezîyê ragihand ku Hesen Mihemedî Endamê Tîma Volîbola Kêmendamên Îranê mîdala Zêr a ku di Pêşbirkên Cîhanî yên Brezîlê de bi dest xistibû, pêşkêşî Perestarên (Hemşîre) Nexweşxana Imam Xumêynî (RE) a vê parêzgehê kir.

Wî bilî wê mîdala Zêr, Heykela Mezargeha Imam Riza (S) jî pêşkêşî wan Perestaran kir.

Hesen Mihemedî Endamê Tîma Volîbola Kêmendamên Îranê ev kara di çarçova qedirgirtina li Perestaran ji ber têkoşîna wan a himberî Koronayê û zehmeta ku jibo nexweşên vê vîrûsê dikişînin, kirîye.