Adar 11, 2020 17:04 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Bijartina Tîmên Olempîkê - Îranê du pişk bi dest xistin

Tîma Neteweyî ya Boksa Îranê karî ku di Pêşbirkên wergirtina pişk û para Olempîkê li mazûvaniya Urdinê du pişkên Olempîkê bi dest bixe.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Tîma Neteweyî ya Boksa Îranê ku bi 8 boksoran beşdarî van pêşbirkan li Urdinê bûbû, karî bi wergirtina du pişkên Olempîkê dawî li xebata xwe bîne.

Daniyal Şehbexş di giraniya 57 Kg û Şahîn Mûsewî di giraniya kêmtir ji 75 Kg di roja dawiyê ya van pêşbirkan da karîn ku du pişkên Olempîkê bi dest bixin.