Tîma Volîbolê ya Bursayê li tîma Severgenê bir
Adar 08, 2020 17:58 Asia/Tehran
Tîma Volîbolê ya Bursayê bi lîstika baş a volîbolîstê îranî karî 3-2 li tîma Severgenê bibe.
Di dewama pêşbirkên Sûpêrlîga Volîbola Tirkîyê de, Tîma Volîbolê ya Bursayê bi lîstika baş a Murteza Şerîfî volîbolîstê îranî karî 3-2 li tîma Severgenê bibe.
Murteza Şerîfî di vê pêşbirkê de 26 xal jibo tîma xwe bi dest xistin û wek volîbolîstê ku xalên herîzêde jibo tîma xwe bi dest xistin hat naskirinê.
Tîma Volîbolê ya Bursayê bi vê serketinê di rêza şeşem de cî girt.