Çile 18, 2020 16:24 Asia/Tehran
  • Tîmên Futbola Îranê bertek nîşanî biryara AFC`yê dan

Çend tîmên rêzên yekem ên Sûpêrlîga Futbola Îranê wek berteka himberî biryara sîyasî ya Konfêdêrasyona Futbola Asyayê (AFC) ku ragihandîye pêşbirkên di navbera tîmên Futbola Îranê û reqîbên wan yê li welatekî bêalî bên lidarxistinê, ji Lîga Qaremanên Asyayê vekişîyan.

Tîmên Futbolê yên Istiqlal, Perspolîs, Sêpahan û Şehrxodro`yê ragihandin: Dê neçin bin barê biryara zalimane ya digel haykûfa dijî ewlehîya Îranê ya AFC`yê.

Konfêdêrasyona Futbola Asyayê di nameyekê de bo Fêdêrasyona Futbola Îranê ragihand ku Komîteya Kargêr dil heye pêşbirkên di navbera tîmên îranî û reqîbên wan de li welatekî bêalî lidar bixe.

Konfêdêrasyona Futbola Asyayê ragihandîye ku ew biryara binîqaş bi heceta qaşo neêminîya li Îranê daye.