Çile 18, 2020 16:11 Asia/Tehran
  • Werzişkara mihabadî bû qaremana Powerlîftînga Îranê

Arizû Fethî xatûna werzişkar a mihabadî mîdala Zêr a Pêşbirkên Powerlîftînga Jinên Îranê bidest xist.

Serokê Dayra Werziş û Ciwanên Mihabadê Mistefa Qerenî di vî warî de got: ''Pêşbirkên Powerlîftînga Jinên Îranê bi pişikdarîya 120 werzişkarên ji 12 parêzgehên Îranê li Têhranê hatin lidarxistinê ku Arizû Fethî ji Mihabadê di kêşa 72 Kîlogiramê e bû qareman û mîdala Zêr bi dest xist.''