Çile 13, 2020 16:54 Asia/Tehran
  • Tîma Fûtbalê ya Real Madrîda Spanyayê ji Etlitîkoyê bir û bû qareman

Tîma Fûtbalê ya Real Madrîda Spanyayê di pêşbirkeka balkêş da karî ku bi derbeyên Pinalît ji Tîma Etlitîkoya Madrîdê bibe û bibe qaremana Superkapa Spanyayê.

Li gorî rapora ISNAyê, Fînala Superkapa Spanyayê Yekşemiyê bi şev navbera Tîma Fûtbalê ya Real Madrîda Spanyayê û Tîma Etlitîkoya Madrîdê li Cedeya Erebistanê hat lidarxistin û Kirassipiyên Tîma Fûtbalê ya Real Madrîda Spanyayê bi serketina 4-1 di derbeyê pianltî da bûn qareman.

Tîma Fûtbalê ya Real Madrîda Spanyayê pêşbirka xwe bi başî destpê kir û du caran Yan Oblak rê neda ku derwazeya wî ji aliyê Kasmîro û Îsko vebibe.

Piştre pêşbirk hevseng û aram bû, heta wê çaxê ku Sirxiyo Ramos di xetê Berevaniyê da şaşitî kir û topa wî gihîşte Jao Flîks.

Êrîşkerê xort ê Etlitîkoyê derfeta lêdana golê hebû, lê derbeya wî ji kêleka derwazeyê derbas bû.

Piştre Roxî Blanko zext anî ser hevbajariyên xwe û bû sebeb ku berevanên tîna hevrik şaşitiyê bikin.

Alvaro Morta fersendek  ji dest da û piştre derbeya Saol Nîgs hêdîka ji kêleka derwazeyê derbas bû.