Kanûn 10, 2019 17:42 Asia/Tehran
  • Dora Şanzdehem a Fistîvala Navneteweyî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê bi şanoya Hesarê dest pê bû

Dora Şanzdehem a Şanoya Kurdî ya Seqizê roja Sêşemiyê bi amadebûna 11 komên navxweyî û derveyî bi cihanîna şanoya Hesarê ji Bokanê li hola Şanoya bajarê Seqizê dest pê bû û dê heta dawiya hefteyê were domandin.

Sekreterê Dora Şanzdehem a Şanoya Kurdî ya Seqizêgot: Fistîvala Navneteweyî ya Şanoya Kurdî îsal bi amadebûna 9 komên navxweyî û 2 komên biyanî di sê Holên Amfî-Şanoyê bi kapasîteya 288 kesan, Hola Platoyê bi 40 kursiyan û Hola hejmara du ya Iraşdê bi kapasîteya 130 kesan tê lidarxistin.

Hîva Hac Mihemedî bi gotina vêya ku lidarxistina vê bûyera hunerî dibe sebeba coş û şahiya civakî û xurtkirina têgihîştina Çandî, got: Lidarxistina vê fistîvalê li bajarê dîrokî yê Seqizê dê bibe sebeba pêşetina şanoya Kurdî li Îranê û navçeyê.

Sekreterê Dora şanzdehem a Fistîvala Navneteweyî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê got: Xosrew Sîna ji Mehabadê ku doktoraya Lêkolînên Sînemayê heye, Faris Baqirî ji Bîcarê doktorayê Wêneya şanokî û Refîq Nusretî ji seqizê doktorayê şanoyê wek dadwerên vê fistîvalê jibo rexneyê hatine diyarkirin.

2 Komên şanoyê ji Tirkiyê û Herêma Kurdistanê jî xwe gihandine Seqizê.

Şanoya "Erkî Niştîmanî Daholîk" ji Tirkiyê ji Tirkiyê bi derhêneriya Ozel Toncay û şanoya Bavik ji Silêmaniyê bi derhêneriya Sediq Ezîz Bavan ji komên derveyî yên beşdar in.