Kanûn 10, 2019 16:48 Asia/Tehran
  • Imarat bû mazûvana Tîma Fûtbala Perpolîsa Têhranê li hemberî tîmên Erebistanê

Klûba Perpolîsê dil heye ku Imaratê wek mazûvana xwe jibo pêşbirkên digel tîmên Erebistanê bide nasandin.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Pişkavêtina qonaxa komkî ya Pêşbirkên Lîga Qaremanan a 2020ê ya Asyayê îro hat lidarxistin.

Li gorî vê pişkavêtinê, Tîma Fûtbala Perpolîsa Têhranê wek qaremana Lîga Sereke  ya Îranê di Koma C ya van pêşbirkan da cih giort û bû hevkoma tîmên Şrceya Imaratê, Te'avuna Erebistanê û Dehîla Qeterê.

Kiras-Sorên Têhranê di haelkî da divê digel tîmên welatên derdora Kendava Farsê jibo hilkişiyana bo dora din bikevin pêşbirkê ku wek alên berê pêşbirkên tîmên Îranî digel tîmên Erebistanê li welatekî sêyem dê bên lidarxistin.