Kanûn 08, 2019 16:11 Asia/Tehran
  • Golbala qehremaniya Asiyayê

Tîma neteweyî ya golbala Îranê li dawiya qonaxa seretayî ya pêşbirkên qehremaniya Asiyayê û bijarte ya paraolempîkê bi sercem 5 serketin û dorandinekê derbasî qonaxa berî faynalê bû.

 Li gorî rapora Mêhr News`ê, tîma neteweyî ya golbala Îranê dawîn pêşbirka xwe li qonaxa seretayî ya pêşbirkên qehremaniya Asiyayê û bijarte ya paraolempîkê bi serketina li hember  Japonyayê bi dawî anî. 

 Li van hevdîtinan ku îro yekşemiyê li cihê lidarxistina van pêşbirkan li Japonyayê hat lidarxistin, tîma neteweyî ya Îranê bi encama 10-6 hevrikê xwe yê mazûvan işkest da. 

 Vê sibê jî tîam neteweyî ya golbala Îranê li pêşbirka bi Awistralyayê bi ser ketibû.