Mijdar 14, 2019 20:21 Asia/Tehran
  • Hilkişiyan dijwar bû  / Duyemîn derdana Tîma Neteweyî ya Îranê / Îranê derda Iraqê

Pêşbirka tîmên neteweyî yên îran û Iraqê di qonaxa duyem a hilbiajrtinê ya Kapa Cîhanî û Kapa gelên Asyayê di rewşekê da bi derdana îranê bi adwî hat ku şagirtên Wîlmûts duyemîn derdana xwe ya li pey hev derbas kirin.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Tîma Neteweyî ya Pêgoga Îranê ku di sê pêşbirkên xwe yên pêşîn da du serketin û derdanek hebû, ji saet 17:30 ya îro Pêncşemiyê li bajarê Emanê yê paytexta Urdinê çû pêşberî tîma neteweyî ya Iraqê ku ev pêşbirk bi encama 1-2 li ser xêra Iraqê bi dawî hat. Mehend Elî (11) û Ela Ebas Ebdulnebî (92) golên Iraqê lêdan û Ehmed Nûrullahî (25) jî gola Îranê lêda.