Îlon 20, 2019 09:58 Asia/Tehran
  • Walîbala Qaremaniya Asyayê / Hilkişiyana Îranê bo qonaxa beriya dawiyê  bi serketina hemberî Tayvanê

Tîma neteweyî ya Walîbalê ya Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di qonaxa çar yeka dwiyê ya Dora bîstem a Pêşbirkên Walîbala Qaremaniya Asyayê çû pêşberî tîma Tayvanê û tevî birina ji vê tîmê hilkişiya qonaxa beriya dawiyê ya van pêşbirkan.

Li gorî rapora Pars Todayê, Tîma neteweyî ya Walîbalê ya Komara Îslamî ya Îranê di qonaxa çar yeka dawiyê ya Dora bîstem a Pêşbirkên Walîbala Qaremaniya Asyayê duh li Têhranê çû pêşberî tîma Tayvanê û di sê sêtan ji wê tîmê bir.

Tîma neteweyî ya Walîbalê ya Komara Îslamî ya Îranê îro dê biçe pêşberî Tîma Koreya Başûr.

Dora bîstem a Pêşbirkên Walîbala Qaremaniya Asyayê ji 13 heta 21ê Îlonê li Têhranê tê lidarxistin.