Îlon 19, 2019 16:57 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya Boksa Îranê xebata xwe li Pêşbirkên Boksê yên Qaremaniya Cîhanê bi dawî anî

Bi derdana seyid Şahîn Mûsewî li himberî Marsiyal, Tîma neteweyî ya Boksa Îranê bi 5 serketinan dawî li xebata xwe li p anî.

Li gorî Mehr Newsê, P ji 18ê şehrîverê bi amadebûna 365 boksoran ji 87 welatan li Yikatrînbûrga Rûsiyê dest pê bû. Tîma neteweyî ya Boksa Îranê jî bi 6 boksoran beşdarî van pêşbirkan bû.

Di dewama van pêşbirkan da, roja çarşemiyê, Seyid Şahîn Mûsewî di 75 Kîlogeremê di qonaxa çar yeka dawiyê da çû pêşberî Omîr Marsiyalê Fîlîpînî û derda wî.

Tîma neteweyî ya Boksa Îranê di van pêşbirkan da 5 serketin bi dest xistin û bo cara duyem di dîroka Boksa Îranê da boksorekî îranî hilkişiya nav koma 8 kesên sereke.