Îlon 19, 2019 09:48 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Walîbala qaremaniya Asyayê / Îranê ji Hindê bir û hilkişiya qonaxa çar yeka dawiyê

Tîma Neteweyî ya walîbala Îranê duh di dawîn pêşbirka xwe di dora duyem a qonaxa komkî ya Pêşbirkên Walîbala qaremaniya Asyayê da çû pêşberî Hindê û ji vê tîmê bir.

Li gorî rapora pars Todayê, Tîma Neteweyî ya walîbala Îranê di duyemîn pêşbirka xwe di qonaxa duyem a komkî ya Pêşbirkên Walîbala qaremaniya Asyayê da li hola 12 hezar kesî ya Azadiyê ya Têhranê çû pêşberî tîma Hindê û karî bi sê sêtên li pey hev ji vê tîmê bibe.

Sêtên Êran bi vî rengî bûn: 25-16, 25-21 û 25-21.

Tîma Neteweyî ya walîbala Îranê roja Sêşemiyê jî ji Çînê biribû.

Bi vî awayî Tîma Neteweyî ya walîbala Îranê derbasî qonaxa çar yeka dawiyê bû.

Bîstemîn dora Pêşbirkên Walîbala qaremaniya Asyayê ji 13 heta 21ê Îlona 2019an li Têhranê tê lidarxistin.