Îlon 18, 2019 09:49 Asia/Tehran
  • Walîbala qaremaniya Asyayê; Îran 3 - Çîn 0

Tîma neteweyî ya Walîbalê ya Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di dora duyem a komkî ya rikeberiyên qaremaniya Asyayê çû pêşberî Çînê û bi awayekî qahêm ji vê tîmê bir.

Li gorî Pars Todayê, Tîma neteweyî ya Walîbalê ya Komara Îslamî ya Îranê di yekem  pêşbirka xwe di qonaxa duyem a komkî ya rikeberiyên qaremaniya Asyayê di hola 12 hezar kesî ya Werzişgeha Azadiya Têhranê çû pêşberî Çînê û di sê sêtan da bi puenên 25-18, 25-23 û 25-17 ji vê tîmê bir.

Tîma neteweyî ya Walîbalê ya Komara Îslamî ya Îranê di qonaxa yekem a rikeberiyan da bi serketina li hemberî Sirî Lanka û Qeterê û derdana li hemberî Awstralyayê wek tîma duyem hilkişiya qonaxa duyem a pêşbirkan.

Tîma neteweyî ya Walîbalê ya Komara Îslamî ya Îranê îro anku Çarşemiyê dê biçe pêşberî Hindê.

Tîma neteweyî ya Walîbalê ya Komara Îslamî ya Îranê hevkoma Çîn, Hind û Awstralyayê ye.