Îlon 17, 2019 17:30 Asia/Tehran
  • Fîlmçêkerekî îranî xelata Mêhrigana Navnetewî ya Fîlman a Duhokê bi dest xist

Fîlmçêkerekî îranî Tûrec Eslanî bi fîlma xwe ya bi navê Hemmalê Tela (Himbalê Zêran) Xelata Ferasetê ya Heftemîn Mêhrigana Navnetewî ya Fîlman a Duhokê bi dest xist.

Di merasima dawîya Heftemîn Mêhrigana Navnetewî ya Fîlman a Duhokê de, desteya jûrî, sembola zêrîn a Pelê Tirîyê û Sipasnama Fexrê pêşkêşî wî fîlmçêkerê îranî kirin.

Heftemîn Mêhrigana Navnetewî ya Fîlman a Duhokê ji 9 heta 16`ê îlonê li şarê Duhokê hat lidarxistinê.