Îlon 17, 2019 17:07 Asia/Tehran
  •  Hevjîna Mezher Xaliqî çû ber dilovaniya Xwedê

Çavkaniyên nûçan li Herêma Kurdistanê raghandin ku Rêysan Îbrahîm, hevjîna hunermendê binavûdeng ê Kurd, Mezher Xaliqî îro li Londonê emrê Xwedê kir.

 Li gorî rapora Kurd Pressê, li gor raghandina çavkanityên nûçan, îro sêşemiyê 17`ê Îlonê hevjîna hunermendê navdar ê Kurd li Londona paytexta Brîtanyayê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Hêjayî gotinê ye: Rêysan Îbrahîm, xwşîka Gelawêj, hevjîna Îbrahîn Ehmed û xaltiya Hêro Îbrahîm Ehmed hevjîna Mam Celal Talibanî Serokkomarê rehmetî yê Iraqê ye.