Tîrmeh 15, 2019 17:15 Asia/Tehran
  • Tekwandokarên Nûciwan ên Îranê bi dû dubarekirina qaremanîya di Pêşbirkên Asyayê da ne

Tekwandokarên nûciwan ên Îranê jibo beşdariya di Pêşbirkên Qaremaniya Nûciwanên Asyayê da, berbanga Pêncşemiyê, dê berê xwe bidin bajarê Emana paytexta Urdinê.

Li gorî rapora Kanala Sehera Kurdî, Dora dehem a Pêşbirkên Tekwandoya qaremaniya Asyayê ji roja 30`yê meha Tîrê (Koça Rjî) bi qasî du rojan dê were lidarxistin.

Tekwandokarên nûciwan ên Îranê jibo beşdariya di pêşbirkên Qaremaniya Nûciwanên Asyayê da, berbanga Pêncşemiyê, dê berê xwe bidin bajarê Emana paytexta Urdinê.

Yelda Rencber sergêra vê tîmê, Nêda Zarê', Ser-Rahner û Mesûme Mihemediyan û Leyla Xezayî rahênerê vê tîmê ne.

Di dora pêşîn a van pêşbirkan da, keçikên nûciwean ên Îranê di pileya yekem da cih girtin û tîma lawikan jî bû duyem.