Rûsîya bû qaremana Lîga Volîbola Gelan
Tîrmeh 15, 2019 12:21 Asia/Tehran
Tîma Volîbola Rûsîya li tîma Amerîkayê bir û bû qaremana Lîga Volîbola Gelan.
Tîmên Volîbolê yên Ûrsêt û Amerîkayê di pêşbirka fînalê ya Lîga Volîbola Gelan de derketin pêşberî hev û di dawîyê da tîma Ûrsêtê karî 3-1 li tîma Amerîkayê bibe û bû qareman.
Tîma Ûrsêtê par jî li hemberî tîma Fransayê ser ket û bû qareman.
Di pêşbirka rêzebendîyê da jî tîma Polonyayê derket pêşberî tîma Brezîlê û di rêza sêyem da cî girt.
Di dawîya Lîga Volîbola Gelan -2019 de, tîmên Brezîl, Îran û Fransa jî di rêzên çarem, pêncem û şeşem da cî girtin.