Tîma Tekvandoya Mêran a Îranê bû qaremana Pêşbirkên Universiada Îtalyayê
Tîrmeh 14, 2019 19:32 Asia/Tehran
Tîma Tekvandoya Mêran a Îranê bi çar serketinan, bi awayekî xurt bû qaremana Pêşbirkên Universiad 2019 li Îtalyayê.
Li gorî rapora IRNA`yê, tîma tekvandoya mêran a Îranê roja şemiyê û di dewama 30 mîn dewra pêşbirkên xwendekarên cîhanê li Napla Îtalyayê bi encama 33-6 Misr işkest da û bû qehremanê pêşbirkan.
Tîma tekvandoya mêran a Îranê beriya hevdîtina dawiyê, tîmên Okrayn, Çîn û Malizya işkest dabûn.
Tîmên Misr û Taywanê li van pêşbirkan derketin pila dudiyan û sisyan.