Tîrmeh 12, 2019 17:24 Asia/Tehran
  • Tîma Tîravêtina bi Kevanê ya Îranê di rêza duyem a Pêşbirkên Xwendekarên Cîhanê de cî girt

Tîma Tîravêtina bi Kevanê ya Îranê himberî tîma Tirkîyê derda û bi mîdala Zîv di rêza duyem a Sîyemîn Dewra Pêşbirkên Xwendekarên Zanîngehên Cîhanê ``Universiad2019`ê`` de cî girt.

Tîma Tîravêtina bi Kevanê ya Îranê îro himberî tîma Tirkîyê encama beranber a 156 bi dest xist lê di tîravêtina dîyarker da ku ser navê Tîra Zêrîn tê avêtinê, derda û tîma Tirkîyê bû qareman û tîma Îranê jî di rêza duyem da cî girt.
Karwanê werzişa Îranê di 4 çiqên Tîravêtina bi Kevanê, Gulleavêtin, Volîbol û Têkwandoyê di Sîyemîn Dewra Pêşbirkên Xwendekarên Zanîngehên Cîhanê ``Universiad2019`ê`` de pişkdar bûye.

Sîyemîn Dewra Pêşbirkên Xwendekarên Zanîngehên Cîhanê ji 3`yê Tîrmehê va bi pişkdarîya zêde ji 6 hezar werzişkaraên ji 127 welatên cîhanê li Îtalyayê destpê bûye û dê heta 13`ê Tîrmehê berdewam be.