Sibat 21, 2019 17:37 Asia/Tehran
  • Lîstikvanên tîma Netewî ya beskêtbolê ji bo lîstika bi Japonyayê re hatin nasandin

Serahênerê tîma netewî ya beskêtbolê, 12 lîstikvanên vê tîmê ji bo lîstika li hember Japonyayê li qonaxa dawiyê ya hilbijartina ji bo Kapa Cîhanî da nasandin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, Tîma netewî ya Îranê di çarçoveya qonaxa şeşan a hilbijartina ji bo Kapa Cîhanî saet 18`ê îro li Hola Komavahiya Werzişî ya Azadiyê wê li hember Japonyayê bilîze û 5`ê meha Isfendê wê li hember Awûstralyayê bilîze. Tîma netewî ya beskêtbola Îranê li halekê îro bêyî lîstikvanên xwe yên herî baş wê bi Japonyayê re bilîze ku eger pûena tam bi dest bixe, beşdariya wê ya li Kapa Cîhanî ya 2019`an a li Çînê misoger dibe.

Ji bo vê lîstikê lîstikvanên herî baş ên wek Semed Nîkxah Behramî, Hamid Hedadî û Erselan Kazimî nalîzin lê tîma netewî hêvîdar e bikaribe mewqiya lîstika di malê da û hebûna temaşevanan bona bidestxistina pûena tam a vê lîstikê û misogerkirina beşdariya xwe ya li Kapa Cîhanî, bi kar bîne.

Tîma netewî ya beskêtbola Îranê, niha bi 17 poenan di rêza duyem a rêzbendiya koma F`ê da ye.