Sibat 14, 2019 17:18 Asia/Tehran
  • Têkvandokarên bijare yên pêşbirkên Xwendekarên Zannîgehên Îranê hatin nasandin

Bi dû kutabûna pêşbirkên bijartina endamên Tîma Têkvandoya Xwendekarên Zanîngehên Îranê di pişka kuran da, têkvandorkarên bijare hatin nasandinê.

Fêdêrasyona Werzişên Xwendekarên Zannîgehan ragihand ku pêşbirkên bijartina tîma Têkvandoya Xwendekarên Zanîngehên Îranê di pişka kuran da bi merema naskirina têkvandokarên bijare bi mebesta pişkdarîya di Sîyemîn Dewra Universiada Xwendekarên Cîhanê bi boneya rêzgiritna li Çillemîn Salvegera Serketina Şoreşa Islamî li Mala Têkvandoyê hatin lidarxistin.

Têkvandokarên ku hatin bijartinê ev in:

Nerîman Murîdanî di kêşa -58 Kg de

Ebulfezl Qeşqayî di kêşa -63 Kg de

Emîrhisên Pervînî di kêşa -68 Kg da

Resûl Kesrayî di kêşa -74 Kg da

Elîriza Elîyarî di kêşa -80 Kg de

Elîriza Hacîyan di kêşa -87 Kg da

Sîyemîn Dewra Universiada Xwendekarên Cîhanê yê ji 2 heta 13`ê Tîrmehê li şarê Napil ê Îtalyayê were lidarxistin.