Boksorên Îranî 3 mîdal di tornomênta navnetewî ya Hengiriyê de bi dest xistin
Sibat 10, 2019 17:18 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya boksa Îranê li tornomênta navneteweyî ya 2019`an a Hengiriyê medaleke zîv û du medalên tûnc bi dest xistin.
Li gorî rapora ISNA`yê, Tornomênta navneteweyî ya boksa 2019`an a Hengiriyê ji siba roja çarşemiya buhurî destpê bûye û roja şemiyê 20 Behmena 1397`an kuta bû. Boksorên tîma neteweyî ya Îranê jî beşdarê van pêşbirkan bûn û li dawiyê medaleke zîv û du medalên tûnc bi dest xistin.
Bi vî awayî li wezna bin 64 kg ê Musilm Meqsûdî ewilî nûnerê Hengiriyê işkest da û li duwemîn pêşbirka xwe jî bi işkestdayîna hevrikê xwe yê Krovasiyê derbasî faynala van pêşbirkan bû.