Sibat 10, 2019 16:34 Asia/Tehran
  •  Qehremaniya Îranê di kêşa 96 kg`ê ya pêşbirkên weznehilgirtina Taylendê da

Kiyanûş Rostemî weznehilgirê kêşa 96 kg`ê yê Îranê bi rekorda sercem 371 kg`ê li pêşbirkên navneteweyî yên weznehilgirtinê ya kapa paşatiya Taylendê derket pila ewilî.

 Li gorî rapora IRNA`yê, li vê desteyê nûnerên Koreya başûrî û Hindistanê di rêzê de derketin pilên dudiyan û sisyan.

 Pêşbirkên navneteweyî yên weznehilgirtinê ya kapa paşatiya Taylendê wek yek ji qonaxên bijartinê ya lîstikên olempîka 2020`an a Tokyoyê li welatê Taylendê li halê lidarxistinê ne.

 Kiyanûş Rostemî wek tenê nûnerê Îranê beşdarê van pêşbirakn bûye.