Sibat 10, 2019 16:10 Asia/Tehran
  • Tîma Baskitbola Urdinê ji bo amadekarîyê hat Îranê

Tîma Baskitbola Urdinê ku yê di pêşbirkên bijartina tîman a Kapa Cîhanî ya 2019- Çînê pişkdar bibe, ji bo du pêşbirkên amadekarîyê hat Îranê.

Tîma Baskitbola Îranê ku xwe ji bo Kapa Cîhanî ya 2019-Çînê amade dike, yê di çarçova 2 pêşbirkên amadekarîyê da mazûvanîya tîma Urdinê bike. Ser vî esasî Tîma Baskitbola Urdinê ji bo du pêşbirkên amadekarîyê hat Îranê.

Tîma Baskitbola Urdinê yê sibê û sêsbe yanî duşem û çarûşemê li Werzişgeha Azadîyê amadekarîyê bike.

Tîmên Baskibola Îran û Urdinê yê di 12 û 14`ê Sibatê li Werzişgeha Azadîyê da derkevin pêşberî hev.

Tîma Baskitbola Îranê yê 21`ê Sibatê di çarçova qonaxa dawîyê ya bijartina tîman bo Kapa Cîhanî li Têhranê derkeve pêşberî tîma Japonê û di 24`ê Sibatê da jî yê mazûvanîya tîma Australiyayê bike.