Kapa Gelên Asyayê- Îranê ji Omanê bir û derbasî qonaxa bijartina 4 tîmên serketî bû
Tîma Futbola Komara Islamî ya Îranê ji tîma Omanê bir û derbasî qonaxa bijartina 4 tîmên serketî ya Kapa Gelên Asyayê bû.
Tîma Futbola Îranê ku wekî tîma yekem a Koma D`yê derbasî qonaxa bijartina 8 tîmên serketî yên Kapa Gelên Asyay-2019`ê bibû şeva buhurî di siet 20:30`yî de li Werzişgeha Mihemed Bin Zayid a Ebûzebîyê derket pêşberî tîma Omanê û 2-0 lê bir.
Elîriza Cehanbexş di xuleka 32 û Eşkan Dêjageh jî di xuleka 41`î de top derbasî kela tîma Omanê kirin.
César Arturo Ramos ji Mêkzîkê hekemê vê pêşbirkê bû.
Tîma Futbola Îranê roja Pêncşem 24`ê Çillê yê derkeve pêşberî tîma Çînê.
Tîma Futbola Îranê di qonaxa komkî ya Hivdehemîn Dewra Pêşbirkên Kapa Gelên Asyayê da li rex tîmên Yemen, Vîyêtnam û Iraqê di koma D`yê da cî girtibû.
Hivdehemîn Dewra Pêşbirkên Kapa Gelên Asyayê bi pişkdarîya 24 tîman ji 5`ê Çillê va bi mazûvanîya Imaratê destpê bûye û yê heta destpêka Sibatê bidome.
Tîma Futbola Îranê heta nika 14 caran di Pêşbirkên Kapa Gelên Asyayê da pişkdar bûye û 3 caran bûye qareman.