Xelata Fîlma Herîbaş a Mêhrigana Fîlman a Hindê pêşkêşî fîlmçêkerê îranî hat hatkirin
Xelata FÎlma Herîbaş a 23`yemîn Dewra Mêhrigana Navnetewî ya Fîlman a Kerala ya Hindê pêşkêşî fîlmçêkerê Fîlma Otaqê Tarîk (Odeya Tarî) ê îranî hat kirinê.
Şeva buhurî merasima kutabûna 23`yemîn Dewra Mêhrigana Navnetewî ya Fîlman a Kerala ya Hindê hat lidarxistinê û di wê merasimê da Xelata Fîlma Herîbaş pêşkêşî Fîlma Otaqê Tarîk (Odeya Tarî) berhema Rûhullah Hêcazî fîlmçêkerê îranî hat kirinê.
Xelata Prodoktorê Herşbaş a Mêhrigana Fîlman a Keralaya Hindê jî pêşkêşî Lîxo Xozê Palîsrî prodoktorê hindî ji ber fîlma Ee.Ma.Yau hat kirinê.
Serokatîya Desteya Hekemên Pişka Navnetewî ya vê dewra Mêhrigana FÎlman a Keralaya Hindê jî fîlmçêkerê îranî Mecîd Mecîdî dikir.
23`yemîn Dewra Mêhrigana Navnetewî ya Fîlman a Kerala ya Hindê ji 7 -13`ê Kanûnê li Hindê hat lidarxistinê.