Îran bo cara yekê dibe mazûvanê pêşbirkên cîhanî yên Skowaşê
Serokê federasyona Skowaşê diyar kir: Şêwirînên pêdivî bona mzûvaniya pêşbirkên qehremaniya cîhanê cih hatine û ev bûyera bo cara yekê li Skowaşa Îranê dê biqewime.
Mesûd Sulêymanî roja pêncşemiyê li gotûbêja bi nûçegîhanê IRNA`yê re got: Bo cihhatina vê armancê, ser fermana wezareta werziş û ciwanan a başgeha Skowaşê ya inqilabê bi peymanekê niha di destê vê federasyonê de ye û em hewl didin ku îzna akademiya navneteweyî ya Asiyayê jî bidest bixin.
Wî li bara pêşbirkên navneteweyî ya pêşberî vê federasyonê got: Werzişkarên me bi awayê kesane tên şandin bo pêşbirkên navneteweyî( PSA) û pir muhtemel e li destpêka sala 2019`an a zayînî li renkînga ku federasyona cîhanî radighîne bo cara yekê yek ji werzişkarên me li pişka temendaran derbasî renkînga du reqemî dibe.