Çend Kurte nûçeyên werzişî
Lîvêrpol, bi encama 1-0 Napolî torand. Şeva buhurî Lîvêrpolê li pêşbirkeke dijwar li hember Napoliyê bi ser ket û derbasî qonaxa din bû.
- Şagirdên Yûrgel Klopê bona ku derbasî qonaxa din bibin ,hevceyî bi serketina li vê pêşbirkê hebûn û serê axir bi gola Selah sê puenên hestyar ên vê pêşbirkê bi dest xistin û derbasî qonaxa din bûn.
***
- Pêşbirkên jîmînastîka hunerî ya kapa Wronînê ya Rûsiyê ji sibê ve li Moskoyê destpê dibe.
Li gorî rapora Fars News`ê, li yekim roja pêşbirkên jîmînastîka hunerî ya kapa Wrînînê ya Rûsiyê tîma du kesî ya Îranê bi beşdariya Muhemedriza Xusronijad û Muhemed Şefî bi hevrikên xwe re dilîzin. Li gor bernameyê, sibê pêşbirkên qonaxa ewil tê lidarxistin ku li dawiyê tîmên herî baş, qehremanê sereke tê kivşkirin.
***
-FIFA'yê li rûpela xwe ya fermî ji ber mirina "Îrec Danayîfer" peyama sersaxiyê danî.
Îrec Danayîfer pêşengê fûtbola Îstiqlalê û lîstikvanê berê yê tîma neteweyî ya fûtbola Îranê ji ber nexweşiya gurçik û kezebê li temenê 67 saliyê li nexweşxana Nemazî ya Şîrazê çû ber dilovaniya xwe.
***
- Çavdêrê konfederasyona fûtbola Asiyayê roja Îniyê 14ê Kanûnê bona seredana werzişgehên Fûladşehra Îsfehanê Pasa Qewamînê sefera Îranê dike.