Kanûn 11, 2018 18:30 Asia/Tehran
  • Stêrkên Kapa Cîhanî wê careka din li Kapa Klûpên Cîhanê bicilvilin

Malpera Fermî ya Federasyona Navnetewî ya Fûtbolê (FIFA), li raporekê bal kişande ser hin lîstikvanan ku ji bo cara duyemîn a di sala 2018`an de û tenê piştî derbasbûna 5 mehan ji Kapa Cîhanî a Rûsyê, wê bikevine rikeberiyeka cîhanî.

Li gorî rapora IRNA`yê, FIFA`yê roja duşemiyê li raporekê nivîsî: Kapa Klûpên Cîhanê ya sala 2018`an, wê çend rojên din destpê bibe, cihek ku wê 7 tîm bi hev re bikevin rikeberiyê.

Lîstikvanên navdar ên ku beşdarî Kapa Cîhanî ya 2018`an a Rûsyê bibûn, careka din wê li rikeberiyeka cîhanî helbet vê carê bi klûpên xwe re bi hev re bilîzin.

çTîma Real Madrîd ji ber hitbara xwe, zêde ji tîmên din lîstikvanên wê yên navnetewî hene ku meriv dikare balê bikişîne ser Marsêlo, Lûka Modrîç, Tonî Kirûs û Sorxiyo Ramos; bi vî halê tenê Rêal nîne ku wê bi lîstikvanên baş ên navnetewî re yê bikeve lîstikên Imaratê.