Kanûn 11, 2018 16:28 Asia/Tehran
  • Dirûşmeya Tîma Netewî ya Fûtbolê li Kûpa Netewên Asyayê kivş bû

Dirûşmeya Tîma Netewî ya Fûtbolê li Kûpa Netewên Asyayê, ji aliyê Konfederasyona Fûtbola Asyayê ve kivş bû.

Li gorî rapora nûçegîhanê ajansa nûçeyan a MEHR`ê,  Malpera Konfedrasyona Fûtbolê ya Asyayê, îro dirûşmên welatên li Kûpa Netewên Asyayê ku ji aliyê xelkê van welatan ve hatibûn bijartin, ragihand. Ev dirûşme li ser otobûsên tîman li dema lîstikên Kûpa Netewan wê werin nivîsandin.

Anegorî  ragihandina AFC`yê, welatê Îranê bi 25 hezar dengderên ji bo bijartina dirûşmeya Tîma Netewî, di vî warî de di nava welatên asyayî de, hejmara herî zêde heye.

Ji 25 hezar beşdarên îranî yên li lêpirsîna Konfedrasyona Asyay;, 11 hezar kes Dirûşmeya ``80 mîlyon kes, netewek, kutana dilekê`` bijartine. Ev dirûşmeya wê li dema birêveçûna Kapa Netewên Asyayê li Imaratê, li ser otobûsa Tîma Netewî were nivîsandin.

Tîma Netewî ya Îranê, li Kûpa Cîhanî ya Rûsyê jî hema ev dirûşmeya hebû.