Kanûn 10, 2018 16:17 Asia/Tehran
  • Serketina dijwar a Tîma Fûtbala Rêal Madrîda Spanyayê di Lalîgayê da

Tîma Fûtbala Rêal Madrîda Spanyayê bi dijwarî karî ku ji tîma Oêskayê bibe.

Li gorî rapora ISNAyê, Tîma Fûtbala Rêal Madrîda Spanyayê Yekşemiyê bi şev di heftiya panzdehem a Lalîgayê çû pêşberî Oêskayê û bi golekê ji mazûvanê xwe bir.

Sipîpûşên Tîma Fûtbala Rêal Madrîda Spanyayê bi başî pêşbirk dest pê kirin û Gêrt Bîl karî gola yekem di deyqeya heştê da derbasî nav derwazeya tîma hevrik bke. Di dewamê da tîma mazûvan derfeteka baş hebû ku tûşî berteka pirr rind a Tîpo Kotua bû. Tîma Fûtbala Rêal Madrîda Spanyayê dikarî dîsa jî golan lêxe, lê derbeyên Bîl ji hêla derwazeyê derbas nebûn.

Di nîveka duyem da Tîma Oêskayê li dû cebiandina derdanê bû û derfetên xwe yên gol lêxistinê hebûn, lê hewildana vê tîmêî çser neket. Îsko di deyqeya 66ê da dewsa Loka Modrîç hat meydanê. Hogirên Oêska hafbekê Krowat han dan. Di dewamê da Bîl jî hat veguhertin û Marko Asênsiyo li şûna wî çû nav çargûşeya kesk. Di kêleiyên dawî da tîma Oêskayê zext anî ser Tîma Fûtbala Rêal Madrîda Spanyayê, lê nekarî encama pêşbirkê biguherîne.

Tîma Fûtbala Rêal Madrîda Spanyayê bi vê serketinê hejmara puenên xwe gihandine 26ê û hilkişiya pileya çarem. Niha navbera kincsipiyan û tîmên duyem  ûsêyem ên cedwelê tenê du puen heye.