Kanûn 10, 2018 07:51 Asia/Tehran
  • Guleşkirê îranî mîdala Zîv a Pêşbirkên Xelata Alanz a Ûrsêtê bi dest xist

Guleşkirê îranî yê kêşa 125 kîlogiramê Cabir Sadiqzade mîdala Zîv a Pêşbirkên Guleşta Azad a Xelata Alanz a Ûrsêtê bi dest xist.

Guleşkirê îranî yê kêşa 125 kîlogiramê Cabir Sadiqzade şeva buhurî di pêşbirka fînalê da derda Gino Pêtryaşivêlî ji Gurcistanê ku 2 mîdalên Zêr ên qaremanîya cîhanê û mîdala Tûnc a Pêşbirkên Olempîkê bi dest xistine.

Pêşbirkên Guleşta Azad a Xelata Alanz a Ûrsêtê di rojên şemî û yekşemê li Komara Osetîyaya Bakur li devera bakura Qafqaza Ûrsêtê hatin lidarxistinê.