Kanûn 09, 2018 18:24 Asia/Tehran
  •  Heftiya 16`an a Lîga Sereke ya Brîtanyayê

Heftiya şanzdan a Lîga Sereke ya fûtbola Brîtanyayê şeva buhurî dom kir û du sterkên Mençistir United û Livêrpolê karîn ku rekordên baş li Lîga Sereke cih bihêluin.

 Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê Optayê, di dewama  pêşbirkên Lîga Sereke ya Brîtanyayê, Mençistir United û Lîvêrpolê karîn ku serketinên baş li hember hevrikên xwe bi dest bixin.

Mençistir United  bi encama 4-1 ji Fûlhamê bir. Li vê pêşbirkê Xuwan Mata 150`mîn pêşbirka  xwe li Lîga Sereke cih anî û bi gol lêxistina li vê pêşbirkê hejmara  golên xwe li Lîga Sereke ya Brîtanyayê gîhand 50'yan. 

Her wiha  Muhemed Selah jî karî ku li pêşbirka li hember Bornmosê hettrîkê bike û bi 42 golên lêxistî li Lîga Sereke bo Lîvêrpolê derket pila heştan a  gollêxerên  herî baş ên vê tîmê.