Mijdar 20, 2018 14:18 Asia/Tehran
  • Kevirhilkêşê îranî wek mêrê herî lezgînkar ê cîhanê li sala 2018 ye

Ciwanê kevirhilkêş ê îranî Reza Elîpûr li gor Rankinga herî dawiyê ya Fedrasiyona kevirhilkêşiyê ya cîhanê wek mêrê herî lezgînkar ê cîhanê li sala 2018 hat nasandin.

Li gor rapora IRNAyê qehremanê kevirhilkêş ê îranî Reza Elîpûr ku ji ber revîn û hilkişyana xwe ya lezgîn wek `Pilingê Asyayê` tê nasîn, ji babeta reva û hilkêşa xwe ya lezgîn ji Basa Moiwa yê fransî û Dîmtrî Tîmofiyêvê rûsî pêş ket û li sala 2018 ek mêrê herî lezgînkar ê cîhanê hat nasandin.

Elîpûr li warê kevirhikêşînê rekorda lezgîniya 5 saniye û sedî 48 saniyê qeyd kir. Wî sala 2013 li Çînê rekorda 6 saniye 0.24 saniye bidest xist û medala zêr stand û navê `Pilingê Asyayê` lê kirin.