Mijdar 15, 2018 10:46 Asia/Tehran
  • Pişka Îranê di Lîga Qaremanên Asyayê da kivş bû

Pişka tîmên futbolê yên Îranê di Lîga Qaremanên Asya-2019`ê da kivş bû.

Komîteya Pêşbirkên Lîga Qaremanên Asyayê pişka tîmên futbolê yên vê parzemînê ji bo pişkdarîya di pêşbirkên sala 2019`ê da kivş kir.

Li gorî biryara wê Komîteyê, Îranê du pişkên rasterast û 2 pişkên qonaxa Playoff`ê hene.

Eva di halekî da ye ku berpirsên Fêdêrasyona Futbolê û Sazîya Lîga Îranê hêvîdar bûn ku ji ber serketina tîma futbolê ya Perspolisê ku gihîşt pêşbirka fînalê ya Lîga Qaremanên Asyayê, pişka bigihêje 4`an. Bi vî awayî tîmên Istiqlal û Perspolis ên Îranê karîn bi awayekî rasterast pişkdarê vê Lîgê bibin û tîmên Saypa û Zobahenê jî dikarin di qonaxa Playoff`ê da pişkdar bibin.

Li gorî ragihandina Fêdêrasyona Futbola Asyayê (AFC), tîma Zobahen a Isfehana Îranê destpêkê di 12`ê Sibatê da wê derkeve pêşberî tîma serketî ya pêşbirka di navbera tîmên Al Kuweyt a Kuweytê û Al Wahde ya Urdinê û heke ser bikeve wê di 19`ê Sibatê da derkeve pêşberî tîma Al Xerafe ya Qeterê.