Mijdar 15, 2018 10:32 Asia/Tehran
  • Tîma Guleşta Ferengî ya Îranê di rêza şeşan a cîhanê de cî girt

Tîma Guleşta Ferengî ya di bin 23 salî ya Îranê di pêşbirkên cîhanî yên Romanîyê de bi 4 mîdalên Tûnc di rêza şeşan a cîhanê de cî girt.

Pêşbirkên Guleşta Ferengî ya di bin 23 salan ên cîhanê 11-14`ê Mijdarê li şarê Boxarest paytexta Romanîyê hatin lidarxitinê û di dawîyê da Mêhdî Mohsênijad, Mêhdî Ibrahîmî, Elîekber Heyderî û Elîekber Yûsifî di kêşên 60, 82, 97 û 130 kîlogiramê da mîdala Tûnc bi dest xsitin.

Tîma Îranê bi 70 xalan di rêza şeşem a cîhanê de cî girt û tîmên Gurcistan, Rûsîye û Tirkîyê jî bi awayê rêzê bi 126, 101 û 87 xalan di rêzên yekem, duyem û sêyem de cî girtin.