Mijdar 15, 2018 10:11 Asia/Tehran
  • Kongira Herêmî ya Hejar: Mirov bi hizrên Hejar dikare azadî, dadperwerî û aştîyê bi dest bixe

Duyemîn Kongira Navçeyî ya Hejar ji alîyê Civata Wêjeyî ya Mukrîyanê ve li şarê Mihabadê bi merema hilkolandina berhem û kesayetîya çandî, wêjeyî û sîyasî ya Evdilrehman Şerefkendî nasyar bi Hejar bi pişkdarîya berfire ya helbestvan, nivîskar, wêjevan û hezkirîyan li Talara Wehdet a Mihabadê duh destpê bû.

Di merasima destpêkirina vê kongirê da, Serokê Dayra Çand û Irşada Islamî ya Mihabadê, Qadir Muradî axivî û sêkrêtêrê kargêr ê Kongira Mamoste Hejar Salar Pûrmend jî peyama Civata Wêjeyî ya Mukrîyanê xwend. Wî bi kurtasî bal kişand ser çalakî û aramncên vê Civatê û got: Ji niha ve mizginîya lidarxistina sêyemîn Kongira Hejar bi mêhwerîyeta yek ji navdaran radigîhînim.

Di yekem roja vê Kongirê da, alîkarê parêzgar û qayimeqamê taybet ê şarê Mihabadê, rêvebirê giştî yê Dayra Çand û Irşada Islamî ya parêzgeha Azerbaycana Rojava, nunerê gelê Mihabadê li meclisa şêwra islamî û pêşnimêjê Mihabadê axivîn.

Di vê Kongirê da hin nivîsar derbarê berhemên mamoste Hajar da hatin xwendinê.

Hunermend Ezîz Şahrux jî helbesta Helo ya mamoste Hejar xwend.

Di dewama vê Kongirê da, Yûnis Rizayî helbestvanê kurd bal kişand ser helbestên mamoste Hajr û got: Kesayetîya Hejar dikare berhemeke nostaljîk bi navê Berew Mukrîyan`ê biafirîne.

Wî tevî ravekirina curên nostaljîyê, nostaljîyên sîyasî û civakî yên Hejar cureke vegera ser paşxaneyekê zanî ku ser bingeha bawerîyên wî hatine sazkirinê.

Di roja yekem a vê Kongirê da Tembra Evdilrehman Şerefkendî ku Mêhrdad Ramîdînîya kişandîye hat nimandinê û ew kongira yê îro danê êvarê bi dawî were.