Mijdar 14, 2018 11:44 Asia/Tehran
  • Guleşta ferengî ya Xortên Cîhanê; Nûnerê 130 Kîlogerem ê Îranê mîdala Tûncê wergirt

Nûnerê giraniya 130 Kîlogerem ê Guleşta Ferengiyê ya Îranê roja Sêşemiyê li Pêşbirkên Qaremaniya Guleşta ferengiyê ya bin temenê 23 salî ya Cîhanê mîdala Tûncê wergirt.

Li gorî rapora IRNAyê, Elî Ekber Yûsifî li pêşbirka pilebendiyê ya giraniya 130 Kîlogerem bi serketina bi encama 4-0 li hemberî hevrikê xwe yê Fenlandî mîdala Tûncê wergirt.

Pêşbirkêîn Guleşta azad û ferengî ya xortên bin temenê 23 salî ya qaremaniya Cîhanê ji 12 heta 18ê Mijdarê bi bajarê Boxarista paytexta Romanyayê tê lidarxistin.